Kanala ROJAVA TV

SERHILDANA “JIN JIYAN AZADΔ SALEKÊ LI DÛ XWE DIHÊLE

Têkildarî salvegera yekem a serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, Endamên Koordînasyona Kongra Star û Mala Jin yên herêma Firatê dibêjin, Dewleta Îranê di bin navê şermê de jinan ji mafên wan yên sereke bê par dihêle.

Serhildana ” Jin, Jiyan, Azadî” ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, sibe salekê li dû xwe dihêle.

Çirûska şoreşê li Seqiza Rojhilat dest pê kir û ronahiya xwe berbelavî tevahî herêmên Rojhilat û Îranê kir.

Têkildarî salvegeya yekemîn a serhildanê û guhertinên ku bi xwe re anîn, jinên Kobanê ji Rojava TV re axivîn.

Endama Koordînasyona Kongra Star ya navçeya Şêranê Nadya Hiso diyar kir ku li Îranê mafên jinan têne binpêkirin

Her wiha Endama Mala Jin ya heman navçeyê Zeyneb Nehsan jî anî ziman ku Serhildana Jina jiyan Azadî li cîhanê deng veda.

Tevî hewldanên berdewam ên çewisandina serhildanê, lê xelkên Rojhilatê Kurdistan û Îranê serî netewandin û ta niha şoreşa xwe didomînin.