Kanala ROJAVA TV

9 SAL DI SER ÊRÎŞA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê YA LI DIJÎ KOBANÊ RE DERBAS DIBIN

Beriya niha bi 9 salan, çeteyên DAIŞ’ê berê hovîtiya xwe dane bajarê Kobanê û xwestin di nava roj û şevekê de wê dagir bikin, lê berxwedana şervanan koka wan qeland.

Çirûska yekem a berxwedana sedsalê ya Kobanê, ji dibistana Gundê Serzorî dest pê kir û 12 şervanan bi bexşandina laşê xwe rêya berxwedanê ronî kirin.

Piştî kontrolkirina rûberên berfireh ji axa Sûriyê û Iraqê, çeteyên DAIŞ’ê bi çekên pêşketî û hovîtiyeke mezin 15’ê Îlona 2014’an berê xwe dan bajarê Kobanê.

Çeteyên DAIŞ’ê ku ji sê aliyan ve dest bi êrîşên dijwar kirin, digotin ew ê di rojekê de dawiyê li Kobanê bînin, lê xwarigirî û sekna şervanan û gelê herêmê koka wan qeland.

Keç û xortên Kurd li ser banga Rêber APO qefle bi qefle berê xwe dan Kobanê û li dijî serbirên DAIŞ’ê, dest bi cenga rûmetê kirin.

Çirûska Berxwedana Kobanê ji dibistana gundê Serzorî dest pê kir, di 16’ê Îlona 2014’an de 12 şervanên Kurd heta henaseya dawiyê li ber xwe dan û bi bexşandina cesedê xwe, rêya berxwedanê ronî kirin.

Piştî berxwedana 134 rojan û bi berdêlên pir giranbuha berxwedêrên Kobanê kirasê reş yê serbirên DAIŞ’ê çirand û alaya serkeftinê li Kanîya Kurdan û Miştenûra Arînan berz û bilind fûrandin.