16’Ê ÎLONÊ SALEK DI SER SERHILDANA ROJHILATÊ KURDISTAN DE DERBAS DIBE
Têkildarî salvegera yekem a serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, Endamên Koordînasyona Kongra Star li Şehbayê dibêjin, li hemberî zordariya li dijî jinan ew ê têkoşîna xwe bikin têkoşînek hevpar.
16’ê Îlonê, salek di ser serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ku li dijî kuştina jina kurd a ciwan Jîna Emînî lidar ketibû, derbas dibe.
Ev serhildan bi dûrişma “Jin, Jiyan, Azadî” li cîhanê deng veda û veguherî serhildaneke giştî ya li dijî zext û zordariya desthilata Îranê.
Tevî kuştin, darvekirin, girtin û îşkenceyan jî serhildan bênavber didome.
Têkildarî mijarê Endamên Koordînasyona Kongra Star li Şehbayê gotin, li hemberî zordariya li dijî jinan ew ê têkoşîna xwe bikin têkoşînek hevpar.
Her wiha Endaman wehşiyeta desthilata Îranê ya li dijî jin şermezar kirin û diyar kirin ku Ew bi jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê re ne.
Li seranserê cîhanê ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jin rabûn ser piyan, çalakî li darxistin û dirûşma” Jin Jiyan Azadî” qîr kirin.