Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN REQAYÊ BI XWEPÊŞANDANEKÊ PIŞTEVANIYA QSD’Ê KIRIN

Şênî û rûspiyên bajarê Reqayê bi xwepêşandanekê piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk kirin.

Şêniyên Reqayê, rûspî, serokeşîr û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji pêşiya avahiya Encumena Zagonsaz dest pê kir û li çerxerêya El- Neîm veguherî mitîngê.

Di xwepêşandanê de pankêrtên wekî QSD’ê nûnertiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, hatin hildan.

Her wiha xwepêşandêran piştevaniya xwe ji bo QSD’ê piştrast kirin û tekez kirin ku ew ê heya dawiyê li pişta QSD’ê bin.