2 SAL ZÊDETIR IN AGAHÎ JI RÊBER APO NAYÊN GIRTIN
Xelkên Qamişlo têkildarî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji RojavaTV re tekez kirin ku ew ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava têkoşînê de bin.
Di derbarê mijarê de xelkên bajarê Qamişlo ji RojavaTV re tekez kirin ku ew ê her dem ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava têkoşînê de bin.
Neşmiya Attaallah got: “Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê nîşanî gelên Kurdistanê da”.
Elî Omer jî diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina Rêber Apo armanc dike ku gelê Kurd qir bike.
Ev zêdeyî 2 salan e ne parêzer û ne jî malbata Rêber Abdullah Ocalan nikarin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin.
Wate, bi ti awayî agahî li ser rewşa tendurstiya Rêber Apo de nîne, ev rewş jî li cem gelê Kurd fikaran çêdike.