Kanala ROJAVA TV

ENCUMENA GIŞTÎ ZAGONA VEBERHÊNANÊ PESEND KIR

Rêveberiya Xweser

Encumena giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi civînekê zagona veberhênanê pesend kir.
Ji bo hêsankirina karê kompanyayên herêmî û biyanî, Encumena Giştî di civîna xwe ya hejmara 86’an a asayî de zagona veberhênanê erê kir.
Di civînê de bendên zagonê ku ji 33 madeyan pêk tê, ji aliyê beşdaran ve hatin nîqaşkirin û kete dengdanê.
Piştî nîqaşan, zagona Veberhênanê hate erê kirin.
Li gorî Encumena Giştî armanc ji derxistina zagonê, başkirina rewşa aborî û zêdekirina berhemên xwecihî ye.