Kanala ROJAVA TV

SAZIYÊN JIN YÊN MINBICÊ XWARINGEHEKE GELÊRÎ VEKIRIN

Li bajarê Minbicê bi destpêşxeriya komîteya jin û Kombûna Jinên Zenûbya xwaringeheke bi nava Înana ya taybet bi xwarinên gelêrî hate vekirin.
Li gorî komîteya jin, ew bi rêya projeyên bi vî rengî dixwazin derfetên kar li pêşiya jinan zêde bikin û aboriya jin geş bikin.

Ev dîmenên vekirina xwaringeha Înana ya taybet bi xwarinên gelêrî li bajarê Minbicê ye, gef û êrîşên Tirkiyê projeyên geşkirin û rewşenkirina bajêr asteng nakin.

Xwaringeha Înana îro bi destpêşxeriya komîteya jin û Kombûna Jinên Zenûbya ya bajarê Minbicê hate vekirin.

Li gorî komîteya jin, ew bi rêya projeyên weha dixwazin derfetên kar li pêşiya jinan zêde bikin û aboriya jin geş bikin.

Dê xwaringeh tevahî cure û celebên xwarinên gelêrî yên pêkhateyên herêmê amade bike ku ew jî dibe çirûska vejandina çand û nerîtên kevnar ên gelê herêmê.

Li seranserî Herêmên Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina aboriya jin û avakirina pergaleke wekhev, bi sedan projeyên cuda hene û di nava wan de bi hezaran jin kar dikin.