Kanala ROJAVA TV

RÛSPÎ Û OLDARÊN NAVÇEYA AMÛDÊ PIŞTGIRIYA QSD`Ê KIRIN

rûspî û oldarên navçeya Amûdê her wiha Weqfeya Al El Beyt a bajarê Hesekê bi daxuyaniyên cuda hewldanên derxistina fitneyan di navbera eşîrên herêmê de şermezar kirin û bang li tevahî pêkhateyan kirin ku bi yek helwestê li hemberî planên hêzên têkder, rabin .

Eşîr, rûspî û oldarên navçeya amûdê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan û destnîşan kirin ku QSD`ê bi têkoşîna xwe planên xirabkaran têk birin .

Di daxuyaniyê de hate gotin ku QSD′ê ya ku ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, pê re jî ji Kobanê heta Tebqa û Reqayê ji çeteyan paqij kiriye .

Her wiha hate gotin ku Gelek alî xwestin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxînin , lê bi operasyona xurtkirina ewlehiyê re hemû planên wan têk çûn.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyan hate kirin ku bi yek helwestê
li hemberî planên hêzên têkder, rabin .

Li aliyekî din Weqfeya Al El Beyt a bajarê Hesekê jî bi daxuyaniyekê hewldanên derxistina fitneyan di navbera eşîrên herêmê de şermezar kir .

Û got: Em bi tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji berê ve û heta niha di yek xendeqê de ne, û dê ev sekin hewlên binpêkirina nirxên eşîriyê têk bibe.

di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî eşîran hat kirin ku nekevin xefka aliyên ku dixwazin fitneyan biafirînin.

Eşîr û Rûspiyên Herêmê teqezî bi piştgiriya QSD`ê di şerê wê yê li dijî terorê de û parastina herêmê , û gotin ku ew ê bi hevgirtina xwe Planên dagirker û Xirabkaran têk bibin .