Kanala ROJAVA TV

JI BO RAKIRINA TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO XELKÊN ŞÊRAWA MEŞEK LIDARXISTIN

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan xelkên navçeya Şêrawa û gwndewarên wê meşek lidiraxistin.

Xelkên gundên dorpêçkirî yên Zernetî, Başemrê, Meyasê, Burc Qas û Gundê Mezin tevlî meşê bûn.

Meş li pêşiya Encumena gundê Birc Qas yê girêdayî navçeya Şêrawa dest pê kir û li ber dibistana Şehîd Serfiraz veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de axaftin li ser navê Encumena Navçeya Şêrawa ji aliyê Hesen Silêman ve, her wiha li ser navê desteya perwerde û fêrkirinê Sozdar Silêman hatin kirin û tecrîda li dijî rêber Apo hat şermezarkirin.

Beşdarên meşê ji Rojava Tv re diyar kirin ku ew ê bi lidarxistina çalakiyên xwe tecrîda li dijî rêber Apo rakin.