Kanala ROJAVA TV

NÛRÎ MEHMÛD DERBARÊ OPERASYONA ‘XURTKIRINA EWLEHIYÊ’ DE NIRXANDIN KIR

NÛRÎ MEHMÛD: HÊZÊN ME BI BALDARÎ NÊZÎ TEVLIHEVIYÊN LI DÊRAZORÊ BÛN

Rojava Tv hevdîtineke taybet li gel Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd çêkir û gelek nirxandinên berfireh derketin pêş.

Nûrî Mehmûd spasiya xelkên Dêrazorê li ser hevkarî û alîkariya wan bi hêzên wan re kir.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd derbarê operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de ji Rojava TV re nirxandin kir.

Nûrî Mehmûd got: “Hêzên me ji bo parastina xelkên Dêrazorê pir bi baldarî di operasyonê de tevgeriyan lê çeteyan sivîl û xelkên herêmê ji bo xwe dikirin mertal.

Her wiha Nûrî Mehmûd got ku di dema niha de xelkên Dêrazor dikarin jiyaneke bi ewle bijîn û tekez kir ku xelkên Dêrazorê gelekî bi şervanên wan re bûn alîkar.

Di dawiyê de Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd spasiya xelkên Dêrazorê li ser alîkarî û hevkariya ku bi şervanên wan re kirin, kir û got ku ew amade ne heta dawiyê ji bo parastina herêmê têbikoşin.