ŞAREDARIYA KOBANÊ RÊYÊN TAXA MIKTELE SERERAST DIKE
Şaredariya gel a bajarê Kobanê di nava xebatên xwe de rêyên taxa Miktele bi kevirên şikestî sererast dike..
Di çarçoveya xebatên xizmetguzariyê de û bi daxwaza gel, ev heftiyeke şaredariya kobanê piştî kolandina xetên kanalîsazyonê, li ser sererastkirina riyên taxa miktele yê li bajêr kar dike.
Piştî ku riyên taxa Miktelê were sererastkirin, dê riyên li taxa şehîd Kawa, Botan xerbî ,Botan şerqî û riyên navça Helincê jî werin çeksazkirin.
Berpirsê Şaredariya gel li Kobanê Mehmûd Şêxo da zanîn ku, bi qasî kîlo metrekê rê tên çeksazkirin.