Kanala ROJAVA TV

MSD’Ê Û SEROKEŞÎRÊN HERÊMA FIRATÊ REWŞA DÊRAZORÊ NÎQAŞ KIRIN

Ji bo nîqaşkirina geşedanên dawiyê yên Li Dêrazorê, nivîsgeha Têkiliyan a Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê, hevdîtinek li gel serokeşîrên herêmê saz kir.
Di hevdîtinê de rûspî û serokeşîrên Tebqa, Reqa, Minbic û Kobanê amade bûn.
MSD’ê û Serokeşîran geşedanên dawiyê yên li Dêrazorê û hewldanên derxistina fitneyê nîqaşkirin.
di hevdîtinê de hate gotin , hevgirtin û yekrêziya gelê herêmê dê bersiva tevahî planên hêzên têkder bide.
Rûspî û serokeşîran xebatên MSD’ê yên di yekrêzkirina pêkhateyên herêmê de girîng nirxandin û tekez kirin ku, civatên weha di vê demê de gelekî girîng in.