Kanala ROJAVA TV

PARTIYA ÇEP A KURD LI SÛRIYÊ PÊŞVEÇÛNÊN LI DÊRAZORÊ NÎQAŞ KIR

Îro Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ji bo nîqaşkirina pêşveçûnên li DêraZorê panelek li bajar Hesekê lidarxist.
Di panelê de aloziya heyî û hewldanên derxistina fêtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de, her wiha rola Rêveberiya Xweser, MSD û QSD di ewlehiya herêmê de hatin nirxandin.

Bi armanca piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û nîqaşkirina pêşveçûn û geşedanên li DêraZorê, îro Partiya Çep a Kurd li Sûriyê bi Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê re, panelek li bajarê Hesekê li dar xist.

Nêzî 100 nûnerên Partiyên Siyasî û Leşkerî, Rûspî û Rewşenbîr beşdarî panelê bûn.

Di beşa yekem a panelê de rewşa heyî û hewldanên derxistina fêtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de hatin nirxandin.

Her wiha di beşa duyem a panelê de rola Rêveberiya Xweser, MSD û QSD ya di ewlehiya herêmê û xurtkirina hevgirtina gelan de hat nirxandin.

Di dawiya panelê de nîqaş li ser mijarên ku hatin nirxandin, hatin kirin. Her wiha beşdaran tekezî li ser parastina hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ewlehiya li herêmê kirin.