ZANÎNGEHA ROJAVA DERIYÊN TOMARKIRINÊ LI PÊŞIYA XWENDEKARAN VEKIR
Hemahengiya zanîngehên bakur û rojhilatê sûriyê îro dest bi tomarkirina xwendekaran ji bo mufadeleya sala nû ya xwendinê ya 2023- 2024 kir.
Berpirsên komîteya mufadeleyê diyar kirin ku mufadeleya îsal ji ya sala çûyî cudatir e , ji ber ku dê hemû xwendekar di mufadeleyekê re derbas bibin.
Îro Zanîngeha Rojava ji bo sala xwendinê ya 2023 – 2024’an dest bi tomarkirina xwendekaran kir.
Bi dehan xwendekarên herêma Cizîrê, berê xwe didin avahiya zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo û navên xwe tomar dikin.
Berpirsê Komîteya Mufadelyê ya Zanîngeha Rojava, Mihemed Şêx Mûs ji Rojava Tv re axivî û behsa hûrgiliyên tomarkirina xwendakaran kir.
Her wiha Mihemed Şêx Mûs diyar kir ku mufadeleya Îsal ji ya salên borî cûdatir e.
Li gorî sîstema mufadeleyê dê deriyên tomarkirinê ji îro ve û heya 16’ê Îlonê li pêşiya xwendekaran vekirî be û paşê dê encamên giştî bêne ragihandin û li gorî wê dê xwendekar li ser beş û fakulteyan bêne belavkirin.