LI REQAYÊ JI BO ÇARESERKIRINA KRÎZA SÛRIYÊ KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN
Nivîsgeha Têkiliyên Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê ji bo nîqaşkirina krîza Sûriyê û dîtina rêbazên çareserkirinê, komxebatek li Reqa li dar xist.
Endamên MSD’ê, Kesayetên siyasî yên serbixwe û çalakvanên sivîl beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de, ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û hin pirsgirêkên civakî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek nîqaş û nêrîn hatin vegotin.
Siyasetmedar Kobran Îsmaîl ji Rojava Tv re diyar kir ku, ji bo avakirina Sûriyeke azad divê aliyên siyasî dûrî berjewendiyên takekesî bikevin.