KOMÎTEYA PARASTINA ZAROKAN KOMKUJIYA LI DIJÎ ZAROKÊN MINBICÊ ŞERMEZAR KIR
Komîteya parastina Zarokan û Desteya jinê ya herêma Cizîrê îro bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a li dijî Minbicê ku di encamê de 4 zarok şehîd bûn, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, dewleta Tirk kiryarên kuştin, destdirêjiya zayendî û revandina zarokan didomîne.
Her wiha hate aşkerekirin ku dewleta Tirk li pêşiya çavê civaka navdewletî, yasayên parastina mafên zarokan bin pê dike.
Di beşekî din de komkujiya li dijî zarokên Minbicê bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin ku bila êdî dawî li qêrîn û nalînên zarok û dayîkan bê anîn.
Di dawiyê de Komîteya parastina Zarokan û Desteya jinê ya herêma Cizîrê bang li civaka navdewletî kir ku erkên xwe cî bi cî bike.