LI ŞEHBAYÊ ALÎKARÎ JI BO ZAROKÊN DI KAMPAN DE HAT BELAVKIRIN
Desteya Karûbarên Civakî ligel Heyva Sor a Kurd îro alîkarî li ser zarokên li kampên koçberiyê yên li Şehbayê belav kirin.
Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê li gorî derfetên heyî di pêşkêşkirina alîkariyan de berdewam e.
Belavkirina alîkariyan a Desteya Karûbarên Civakî û Heyva Sor a Kurd li 5 kampên koçberan ên Şehbayê û li 300 zarokan hat belavkirin.
Alîkarî ji bo zarokên yek rojî heta yên yek salî pêk hat.