Kanala ROJAVA TV

DAYÎKÊN ŞEHÎDAN: KIRYARÊN DEWLETA TIRK NAYÊNE QEBÛLKIRIN

Piştî 3 salan ji şehadeta gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ûzûn bi nasnav Tolhildan Tekman, dewleta Tirk cenazeyê Şehîd Tolhildan di nava qutiyekê de radestî malbata wî kir.

Têkildarî mijarê dayîkên şehîdan ên bajarê Kobanê hovîtiya dewleta Tirk a radestkirina cenazeyên şehîdan şermezar kirin û gotin, eger edalet li dunyayê heba, dê tiştekî wisa pêk nehata.