LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN XELKÊN MINBICÊ TEKEZÎ LI SER BERXWEDANÊ DIKIN
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bi armanca têkbirina aramî û ewlehiya herêmê her wiha têkbirina oparasyona QSD, xelkên bajarê Minbicê bertek nîşan dan û gotin, ew li pişt hêzên xwe ne .
Hemwextî oparasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD li dijî çeteyên DAIŞ û bazirganên hişbirê, dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina oparasyonê êrîşên xwe li dijî bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye.
Li dijî êrîşan Tirkiyê xelkên bajarê Minbicê bertek nîşan dan û gotin, dewleta tirk bi êrîşên xwe dixweze yekîtiya pêkhateyên herêmê têk bibe.
Her wiha xelkê Minbicê tekez kirin ku ew li pişt hêzên xwe ne û wê planên Tirkiyê vala derxînin.
Her wiha xelkê Minbicê tekez kirin ku ew li pişt hêzên xwe ne û wê planên Tirkiyê vala derxînin.