Kanala ROJAVA TV

DERIYÊN DIBISTANÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DI 10’Ê VÊ MEHÊ DE TÊN VEKIRIN

GULISTAN ISMAÎL - HEVSEROKA DESTEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ-CIZÎR

Biryar e 10’ê vê mehê deriyên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî bên vekirin.

Di derbarê mijarê de Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêmê Cizîrê Gulistan Ismaîl ji RojavaTV re tekez kir ku ew di her alî de amedkariyên xwe ji bo pêşwazîkirina xwendekarên herêmê ji bo sala nû ya xwendinê kirine.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser biryar da ku di 10’ê Îlona îsal de deriyê dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî ji bo destpêkirina sala xwendinê ya 2023-2024’an veke.

Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêmê Cizîrê Gulistan Ismaîl ji RojavaTV re tekez kir ku ew di her alî de amedkariyên xwe ji bo pêşwazîkirina xwendekarên herêmê ji bo sala nû ya xwendinê kirine.

Her wiha Gulistan Ismaîl sala nû ya xwendinê li gelê herêmê pîroz kir û hêvî kir ku sala xwendinê ya 2023-2024’an bi rengekî serkeftî derbas bibe.

Li gorî Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêmê Cizîrê Gulistan Ismaîl dê îsal 17 hezar û 665 mamoste perwerdeyê bidin 204 hezar û 215 xwendekaran li 17 hezar û 774 dibistanên Herêma Cizîrê.