Kanala ROJAVA TV

DI ROJA AŞTIYA CÎHANÎ DE PLANÊN QIRKIRINA GELÊ KURD DEWAM DIKIN

Têkildarî roja aştiya cîhanî Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Efrînê Rîhan Elo dibêje, hêzên desthilatdar dixwazin aştiya civakê têk bibin.

Her wiha diyar dike ku ew weke kongreya Star heta pêkanîna aştî û aramiyê dê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî şerê cîhanî yê duyemîn ku di encama wê de qurbaniyên mezin rû dan, di sala 1981’ê de Konseya Ewropayê ya Neteweyên yekbûyî 1’ê Îlonê weke roja aştiya cîhanî ragihand.

Tevî ku îro salvegera roja aştiyê ye, lê dewleta Tirk a dagirker li pêşiya çavê Neteweyên Yekbûyî, qirkirina gelê herêmê didomîne.

Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Efrînê Rîhan Elo dibêje, hêzên desthilatdar dixwazin aştiya civakê têk bibin

Her wiha Rîhan Elo diyar dike ku ew kongreya Star heta pêkanîna aştî û aramiyê dê têkoşîna xwe bidomînin.

Tevî ku 1’ê Îlonê weke roja aştiyê hatiye destnîşankirin, lê li pêş çavên navbeynkaran heta niha li çarhêlên cîhanê bi dehmilyonan welatî û gelê Kurd jî di nav de, di bin qirkirinên hovane re derbas dibin.