Kanala ROJAVA TV

DESTEYA PERWERDEYÊ: ZÊDETIRÎ 424 MAMOSTE JI BO ÎSAL HATIN PERWERDEKIRIN

Desteya Perwerdeyê a herêma Firatê sala borî ji bo palnsaziya îsal 6 dibistan ji bo xwendekaran ava kirin, heta niha jî çaksazkirina dibstanan berdewam e û zêdetirî 424 mamoste hatine perwerdekirin.

Derbarê vekirin û pilansaziyên ji bo sala xwendina 2023-2024 hevserokê Desteya Perwerdeyê Bekir Cerada ji Rojava Tv axivî û got, em ji malbatên xwendekaran hêvî dikin ku li kêlek desteya perwerdeyê bisekinin.

Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28’ê Tebaxê de civîna xwe ya salane bi amedebûna hemû desteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidarxist.

Di nava civînê de gelek nîqaş ji bo sala xwendinê hatin kirin û tê de piryar hat girtin ku roja Şemiyê bibe roja perwerdeya mamosteyan.

Her wiha biryar hat standin ku 3’ê Îlonê rêvebeirya dibistanan û mamoste û 10’ê Îlonê xwendekar fermî li dibistanên xwe dewam bikin.

Hevserokê Desteya Perwerdeyê Bekir Cerada diyar kir ku beriya vekirina dibistanan li herema Firatê wê komxebat ji berdevkên dibistanan û komîteyên şopandinê re werin lidarxstin.

Di heman demê de Bekir Cerada got ku her kes dizane ku qada perwerdeyê qada herî nêzî civakê ye.

Bekir Cerada da zanîn ku ji pilansaziyên beriya vekirina dibistanan, desteya Perwerdeyê mamosteyên herî jîr ji bo refa yek erkdar kirine.