Kanala ROJAVA TV

⁣LI KOBANÊ DEWREYA XURTKIRINA ASTA MAMOSTEYAN BI DAWÎ BÛ

KOBANÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê îro ji bo 26 mamosteyên ku beşdarî perwerdeya fikirî bibûn şahiyek derçûnê lidarxist.

Bi armanca xurtkirina asta mamosteyan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê ji bo 26 mamosteyên akademiya Şehîd Viyan Amara dewreyek havînê lidarxist.
Dewreya mamosteyan 40 rojan berdewam kir, tê de biranşên werzîş ,dîrok ,ziman û wêjeya kurdî her wiha bîrkarî hatin dayîn.
Îro Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê ji bo 26 mamosteyên ku beşdarî dewreyê bibûn şahiyek derçûnê lidarxist.
Mamosteyan diyar kirin ku, ji bo xwedî li destkeftiyên Şehîdan derkevin ew ê perwerdeyê ji xwe re esas bibînin.