Kanala ROJAVA TV

MALBATÊN ŞEHÎDAN BANGA RADESTKIRINA CENAZEYÊN ZAROKÊN XWE DIKIN

Bi salvegera duyemîn a komkujiya Xelêfanê ya ku 6 gerîlayên azadiya Kurdistanê dema bi rê ketibûn û hinek pêwîstiyên jiyanî ji xwe re bînin bûn armanca kemîneke PDK’ê û artêşa Tirk a dagirker û şehîd bûn.

Heta niha PDK’ê cenazeya wan şehîdan radest nekiriye.

Derbarê mijarê de îroj Saziya malbatên şehîdan a herêma Cizîrê daxuyaniyek bi amadebûna bi sedan malbatên şehîdan li goristana Ş.Delîl Saroxan dan.

Di daxuyaniyê de siyaseta PDK’ê û mala Barzanî ya li dijî herêmên parastina Medya û Rêveberiya Xweser şermezar kirin û bang li xelkên Başûrê Kurdistanê kirin ku dengê xwe li hemberî kirinên PDK’ê yên li hemberî gelê Kurd dike bilind bikin.

Her wiha bang li hukûmeta Başûrê Kurdistanê kirin ku li hesabên xwe vegere û destê xwe têxe destê kurdan û li hemberî kiryarên dewleta Tirk û cenazeyên şehîdên komkujiya Xilêfanê radest bike.