JIN TV BANGA PARASTINA MAFÊ ROJNAMEVANAN DIKE
23’ê Tebaxê Dewleta Tirk a dagirker ekîpa JIN TV kir hedef ,li hember wê bûyerê xebatkarên JIN TV banga parastina rojnamevanan dikin û dibêjin Dewleta Tirk li pêş cîhanê zagonên navnetewî binpêdike
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî gelê herêmê taybet pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bê navber dewam dike û bi vê yekê hewil dide vîna gel bişkîne û derbeyekê li projeya Netewa Demokratîk bixe.
23’ê Tebaxê balafireke bê mirov a Dewleta Tirk Erebeya JIN TV li ser riya Qamişlo-Amûdê kir hedef û di encam de xebatkarê wê Necmedîn Sînan şehîd bû , Nûçegihana wê Delîla Egîd jî birîndar bû
derbarê de endamên JIN TV, gotin ji bo dewleta tirk siyaseta xwe ya qirêj û kiriyarên xwe veşêre ronjnamevanan dike hedef.