Kanala ROJAVA TV

ROJNAMEVANÊN JIN HELWESTA XWE LI HEMBER ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ NÎŞAN DAN

Rojnamevanên Jin ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hedefgiritina erebeya ekîba JinTV ji aliyê balafira dewleta Tirk a dagirker ve ji RojavaTV re axifîn û gotin ku dewleta Tirk ji bo ku hovîtiya xwe veşêre bi awayekî raste rast rojnamevan hedef digire.

Dewleta Tirk a dagirker 23’ê Tebaxê erebeya Jin Tv hedef girt û di encamê de karmendekî kanalê Şehîd bû û nûçegihana wan jî birîndar bû.

Têkildarî êrişê rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîn ziman ku çi ragihandina li herêmê temsîla jinê dike dibe hedefa dewleta Tirk.

Li aliyekî din ronjnamevanên jin gotin ku pêwsît e helwesteke cidî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bê dayîn.

Di dawiyê de ronjamevanan daxwaz ji saziyên parastina mafên rojnamevanan ên navneteweyî kirin ku rê li ber êrişên dewleta Tirk ên li heber rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bigirin û hesab ji jê bixwazin.