Kanala ROJAVA TV

XELKÊN ŞEHBAYÊ BI MERASÎMEKÊ ŞEHÎD SOSIN BÎRHAT BI BÎR ANÎN

Xelkên Kantona Şehbayê bi merasîmekê şehîd Sosin Bîrhat bi bîr anîn.

Bi dehan xelkên kantona Şehbayê li goristana şehîdên navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê bi merasîmekê şehîd Sosin Bîrhat bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Di merasîmê de endama PYD’ê û xwişka Ş.Sosin Bîrhat Ilham Mihamed axivî û soza şopandina riya şehîdan da.

Di dawiyê de beşdaran mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 19’ê Tebaxê salvegera şehîdxistina endama EncumnaLeşkerî ya YPJ’ê û Encumena Leşkerî ya QSD’ê, Sosin Bîrhat û şervanên QSD’ê Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed e, ku di encama hedefgirtina navenda Encuemena Têkiliyan a Encumena Leşkerî ya Til Temirê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve şehîd bûne.