PROJEYA ‘DARA JIYANÊ’ LI BAJARÊ QAMIŞLO HATE EŞKERE KIRIN
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêmê Cizîrê û Komeleya Keziyên Kesk doh projeya hunerî ya Dara Jiyanê ya saziya ART’situ ya Feransî li çarxereya di navbera Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û Statgeha Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo eşkere kirin.
Projeya Dara Jiyanê bi amedebûna rayedarên Rêveberiya Xweser, endamên saziya ART’situ û xelkên bajêr hate eşkerekirin.
Endamê saziya ART’situ her wiha Peykersazê projeya Dara Jiyanê Baskal Beceyanîn beriya eşkerekirina projeyê axaftin kir û tekez kir ku ew bi rêya vê projeyê piştgiriya Şoreşa Rojava dike.
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêmê Cizîrê li ser projeyê spasname diyarî saziya ART’situ ya Feransî kir û saziya ART’situ jî xelat diyarî Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêmê Cizîrê, Komeleya Keziyên Kesk û navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kirin.
Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêmê Cizîrê Bêrîvan Omer ji RojavaTV re behsa detayên berfireh li ser projeyê kir.