Kanala ROJAVA TV

GAZIYÊN ŞER TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Roj bi roj hêrsa gel li hember tecrîda giran ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibe.

Girêdayî vê yekê gaziyên şer ên Efrîn û Şehbayê ji Rojava Tv re axivîn û sûcên Dewleta Tirk a faşîst şermezar kirin.

Her wiha gotin ku heta azadiya Rêber Apo ew ê di nava tevgerê de bin.

Zêdetirî 2 salan e Dewleta Tirk a faşîst tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir kiriye, li hember vê yekê cîhan bi giştî di nava bê dengiyeke metirsîdar de ye.

Têkldarî vê mijarê gaziyên şer ên Efrîn û Şehbayê bang li rêxistinên mirovî dikin ku bi erka xwe rabin û li hember vê neheqiyê bêdeng nemînin.

Li aliyekî din jî gaziyên şer gotin, em ji cîhanê re îsbat dikin ku gel û Rêber Apo ji hev qut nabin.

Dewleta Tirk her ku diçe tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike û ceza li dû ceza li Rêbertiyê dibire, her wiha di nava bêdengiya rêxistinên mirovî ev zêdetirî 2 salan e Rêber Apo ji mafê xwe yê rewa bê par dimîne.