Kanala ROJAVA TV

JINÊN KOBANÊ HEVKARIYA PDK’Ê BI DEWLETA TIRK RE ŞERMEZAR KIRIN

Jinên Kobanê hevkariya PDK bi dewleta Tirk re şermezar kirin û diyar kirin ku 50 salin Gerîlayên azadiyê li ber xwe didin ji bo hebûna gelê kurd.

Dewleta Tirk ji Nîsana 2022`yan ve êrişan li dijî Gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirine .
Ji wê demê ve jî, çekên kiymawî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne .

Li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK ‘ê bi wê re , gelê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşan dan.

Jinên kobanê hevkariya PDK bi Tirkiyê re şermezar kirin û diyar kirin ku ev 50 salin Gerîlayên azadiyê ji bo hebûna gelê kurd têkoşînê dikin.

jinên kobanê gotin ENKS’ê jî hevkarên kiriyarên dewleta tirk a dagirkere û bihevre planên qirêj datînin

jinan gotin divê serdemê de de pêwîst e hemû gelê kurd û yê demokrasîxwaz li hemberî êrîşên PDK’ê, dewleta tirk hişyar bin û helwesta xwe ya dîrokî bi cih bînin ku li hemberî êrîşên bi vî rengî li ser gelê me , bibin kelem.