BANGÊN AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ZÊDE DIBIN
ji 25’ê Adara 2021’an ve û heta niha tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên girtin . derbarê mijarê de xelkên qamişlo ji rojava tv re axivîn û banga azadiya fîzîkî ya rêber apo kirin .
Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 25’ê Adara 2021’an ve û heta niha tu agahî ji rêber apo nayên girtin. Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbata Rêber Abdullah Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Serlêdanên wan bi hinceta “cezayên disiplînê” nayên bersivandin.
Xelkên Qamişlo diyar kirin ku ew şagirtên rêber apo ne û heta dawîyê ewê li ser fikir û felsefa rêbertî bimeşin.
Xelkên Qamişlo bang li gelên azadîxwaz kirin ku dengê xwe bikin û rêber apo azad bikin û bang li dewletên navneteweyî kirin ku bi erkên xwe rabin .
rojane ji bo azadiya rêber apo bi hezaran kes li kolananin û çalakiyan lidardixin lê civaka navnetewî li hember tecrîdê bê denge.