Kanala ROJAVA TV

ENDAMÊN KONGRA STAR LI SER KOMXEBATA LI BEYRÛTÊ NÊRÎNÊN ERÊNÎ PÊŞKÊŞ KIRIN

Derbarê komxebata li paytexta Lubnanê bi druşma ‘jin jiyan azadî’ lidar ketibû endamên koordînasyona kongra star ji Rojava Tv re axivîn û tekez kirin ku civak li ser bingehê pêşketina jinê hatiye avakirin.

18’ê Tebaxê li paytexta Lubnan Beyrûtê Konferansa ezmûnênTevgerên Jinan a Navneteweyî bi dirûşma “Li Ser Şopa: Jin Jiyan Azadî” hat lidarxistin.

Ji 11 welatên Ereban û Efrîqayê, Tirkiye, Îran, her wiha şandeyek ji Şengalê û şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin beşdar bûn.

Jin bi cil û bergên çandî yên welatên xwe hola konfiransê xemilandin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn – Şehbayê Necah Hisên diyar kir ku civak li ser esasê pêşketina jinê hatiye avakirin

Her wiha Endama Koordînasyona Kongra Star Ferîda Îbo jî anî ziman ku li ku deverê were xwestin wê jinên azadîxwaz derbas bibin û kar û xebatên xwe bimeşînin.

Konferans bi bersivandina pirsên beşdaran, nêrînên wan ên derbarê çarenûsa Rêber Abdullah Ocalan de, her wiha planên ku dikarin werin pêkanîn da ku Rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan bi dawî bû.

Beşdaran di dawiyê de dirûşmên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.