Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD GEFÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN ŞERMEZAR KIR

Yekîtiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyekê gefên li ser rojnamegeran ji aliyê Dewleta Tirk û çeteyên wê ve, şermezar kir.

Piştî ku rojnamevan Lamar Erkendî raporek li ser kiryarên çeteyên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî belav kir, çeteyan gef lê xwarin.

Yekîtiya Ragihandina Azad jî îro derbarê mijarê de li bajarê Reqayê daxuyaniyek da.

Yekîtiyê di daxuyaniyê de gefên li dijî rojnemegeran bi tundî şermezar kir û weke kiryarên li dijî azadiya derbirînê bi nav kir.

Her wiha diyar kir ku, dê ti carî hewlên veşartina kiryarên çeteyan bi ser nekevin û dê heqîqet herdem li pêş be.