MSD’Ê JI BO AVAKIRINA CIVAKEKE DEMOKRATÎK KOMXEBATEK LI DAR XIST
Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê ji bo avakirina jiyaneke azad û hevgirtî îro komxebatek li Reqa li dar xist.
Komxebat di bin dirûşmeya “Ber bi avakirina jiyaneke bi beşdariya azad û civakeke hevgirtî ve” û bi beşdariya sazî û rêxistinên jinan hate lidarxistin.
Di komxebatê de mijarên wekî, rastiya civakî ya jinan û çawaniya rûbirûbûna sûcên ku li dijî jinan tên kirin, hatin nîqaşkirin.
Komxebat bi nîqaşkirin û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.