Kanala ROJAVA TV

YRA TEVLÎ YEKÎTIYA NAVNETEWEYÎ YA ROJNAMEGERIYA EREBÎ BÛ

Yekîtiya Ragihandina Azad YRA′ li ser malpera xwe ragihand ku ew bi awayekî fermî tevlî Yekitiya Navneteweyî ya Rojnamegeriya Erebî bûye.
Yekitiya Navneteweyî ya Rojnamegeriyê ya Erebî jî ku navenda wê li Brîtanya ye û gelek sendîkayên rojnamegeriyê endamên wê ne, ragihand ku YRA wek endama daîm tevlê bûye.
Piştî şopandina mayînde ya zêdetirî 2 mehan endamtî hate erêkirin.
Serokê yekitiyê Nasir El Selamonî got YRA’yê peymana protokola tevlêbûnê îmze kir û dê çend rojên din were aktîfkirin.
Navborî da zanîn ku dê hemû bawernameyên perwerdeyê yên YRA′ werin erêkirin û li ser wan bawernameyan îmzeya yekitiyê û YRA′hebin.
Dê YRA têkildarî mijarê civîneke çapemeniyê demeke din li dar bixe.