KÊMBÛNA ASTA AVA FIRATÊ BANDOR LI JIYAN Û HILBERÎNA ÇANDINIYÊ DIKE
Dizîna para Sûriyeyê ji ava çemê Firatê sala 2017`an dest pê kir, ji wê demê de dem bi dem av dihat girtin. Lê ji 27`ê Çileya 2021`an ve dewleta Tirk bê navber avê dibire.
Ji wê demê de dewleta Tirk a dagirker di saniyeyê de li şûna 500 metrekab av, tenê 200 metrekab avê berdide. Ev yek peymana di navbera Sûriye-Tirkiyeyê ya 1987’an binpê dike.
Derbarê vê yekê de, Endamê Yekîtiya Cotkaran ya Reqayê Ebdulhemîd El Elî ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku ev çend sal in dewleta Tirk bi zanebûn asta ava Firatê kêm dike û vê yekê jî sektora çandinî û sewalkariyê ber bi kêmbûnê ve diçe.