RÊJEYA SERKEFTINA XWENDEKARAN Û AWAYÊN PÊŞWAZIYA LI ZANÎNGEHAN
piştî bidawîbûna sala xwendinê ya 2022-2023’an li herêmê bi rêjeyeke bilind , amadekariyên derxistina mufadeleya zanîngehan tên kirin da ku kesên serkeftî di zanîngehên herêmê de werin pêşwazî kirinSala xwendinê ya 2022- 2023’an li seranserî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê bi rêjeyeke serkeftinê ya bilin ku 80% derbaskir bidawî bû.
Xwendekarên ku bi serketine jî çaverêne ku bi çi rengî dê mufadeleya zanîngehên bakur û rojhilatê sûriyê were derxestin
Ji bo naskirina van mijaran Rojava Tv bi bernameyek taybet li gel hemahengiya zaneîngehan û desteya perwerdeyê nîqaş kir
Hevserokê Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulîlah El Mustefa got dê ji bo Fakulteyên Zanistî ezmûn werin lidarxistin ew jî ji bo naskirina asta xwendekaran a rasteqîn e
Hevseroka desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hec Elî jî diyar kir ku Amadekariyên wan ji bo ezmûna Zanîngehê heye û dê navend ji bo perwerdekirina xwendekaran di 40 rojên destnîşankirî de werin vekirin
li zanîngehên bakur û rojhilatê sûriyê dê hin beş weke beşê tndurisî ku hemşîrtiyê li xwe digre dê li zanîngeha şerq were vikirin û dê di zanîngeha rojava de dê fakulteya wêje û zanistên civakî ji hevdu bên cuda kirin û 2 beşên din felsefe û sosyolojiya lê bên zêde kirin