Kanala ROJAVA TV

15’Ê TEBAXÊ DERIYÊ AZADIYÊ JI GELAN RE VEKIR

15’ê Tebaxê roja vejîna gelê kurd e ku ji tinebûnê hebûn çêkir.
Derbarê mijarê de Hevseroka TEV-DEM’ê a Efrîn û Şehbayê Gulê Cafer ji Rojava Tv re diyar kir ku bi rakirina tola hevlên berxwedêr pêngava 15 tebaxê destpêkir.

15’ê Tebaxê ji simbila şitla cengek axa beyar a welatê zarokên rojê şîn hatiye.
Ruhê ku bi 15’ê Tebaxê re pêş ket, Kurd ji koletiyê rizgar kir, hişt ku kurd li hember pergala koledariyê ya hezar salan serî rakin û serfiraz bijîn.

Gelê Kurd bi 15’ê Tebaxê re careke din ji xewa mirî şiyar kir. Bi vê şiyarbûnê re gelê kurd derfeta ku tola hezaran salan ji dagirkeran hilîne derxist holê.

Hevseroka TEV-DEM a Efrîn û Şehba Gulê Cafer diyar kir ku 15’ê tebaxê roja vejîna gelê kurd e.

Her wiha Gulê Cefer anî ziman ku ji bo rakirina tola hevalên berxwedêr pêngava 15’ê tebaxê dest pê kir.

Biryara avêtina guleya 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an ji tunebûnê hebûn û ji bêderfetiyê derfet afirand.

15’ê Tebaxê xelekek ji arê azadiyê ye ku li çiya, deşt, gund û bajarên Kurdistanê berbelavî her derê bû, di bîr û hişê her kesekî de cih girtiye.