Kanala ROJAVA TV

MUDÎRIYETA TENDURISTIYÊ GEREK LI SER XWARINGEHÊN LI HESEKÊ PÊK ANÎ

SEAD NECAR - RÊVEBERÊ BEŞÊ TENDURISTIYÊ DI ŞAREDARIYA GEL YA HESEKÊ DE

Mudîriyeta Tenduristiyê ya Şaredariya Gel li Hesekê gerek meydanî li ser xwaringeh û qesaban kir.
Gera Mudîriyeta Tenduristiyê li taxên Tel Hecer, Dêra Suryaniyan û Garaca Til Hecer pêk hat.
Di gerê de, ceza li gelek xwaringehan hate birîn ji ber ku li gorî şert û mercên Tenduristiyê anî jî (paqijî) tev negeriyan.
Her wiha gelek têbînî dan hin xwaringehan ku kerta tenduristiyê derxin û cilê wan yê kar, yek cil be.
Rêveberê Beşê Tenduristiyê di Şaredariya Gel ya Hesekê de Sead Ehmed Necar ji Rojava Tv re diyar kir ku bi armanca parastina Tenduristiya welatiyan, her dem gerê xwe li bajêr li dar dixin.