JI BO PIŞTGIRIYA JINÊN ŞENGALÊ Û AFGANISTANÊ, JINÊN KOBANÊ HERIKÎN QADAN
Di çarçoveya kampanya KJK’ê ya ji bo piştgiriya bi jinên Şengalê û Afganistanê re, li Kobanê bi hezaran jin Herikîn qadan .
Jin bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em ê jiyaneke azad biafirînin” meşiyan .
Tê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Pankartên bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî” hatin hildan.
Di meşê de axaftin hatin kirin û hate gotin , Li dijî qirkirina jinan Ew ê jiyaneke azad biafirînin û bi vê helwestê dengê jinan bigihînin tevahiya cîhanê .
Her wiha hate gotin , di 15’ê Tebaxa 2021’ê de êrîş li jinên Afganistanê hate kirin û êrîşa li Efganistanê şibandin êrîşa li Şengalê ya li dijî jinan hate kirin .