Kanala ROJAVA TV

DESTEYA ÇANDÊ YA EFRÎNÊ: BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ MÎRATA ÇANDÎ YA EFRÎNÊ ZÊDE DIBIN

MIHEMED WEYSÎ - HEVSEROKÊ DESTEYA ÇAND Û HUNERÊ YA HERÊMA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ

Kiryarên dermirovî yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gel û çanda herêmên dagirkirî pêk tîne, berdewame.
Ji dema dagirkirina Herêma Efrînê ve û heya niha, dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî xweza, çand û reseniya herêmê binpêkirinên ne exlaqî dike.
Derbarê vê yekê de, Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Efrînê û Şehbayê Mihemed Weysî ji Rojava Tv re axivî.
Mihemed Wêsî got: Di Herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin gelek binpêkirin li dijî şûnwarên arkolojîk û felsefeya biratiya gelan pêk tên.
Her wiha Mihemed Wêsî bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan kir ku divê rewşa şûnwaran û binpêkirinên li ser mîrateyên çandî binirxînin û bi dawî bike.