Kanala ROJAVA TV

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI DIJÎ HERÊMÊ ZÊDE BÛNE

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine.
Endamê Encumena bajarokê Fafînê Ibrahîm Dîb, her wiha hevserokê Encumena bajarokê Fafîn Mihemed Mamo derbarê vê mijarê de ji Rojava Tv re axivîn û gotinku bi biratiya gelan dê êrîş bi bin bikevin.

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhiatê Sûriyê zêde dike.
Dewleta Tirk rojane êrîşî kantona Şehbayê, navenda navçeya Til Rifetê, gundewarên Til Temirê û navçeya Eyn Îsa dike û di encamê de xelkên Sivîl zirarê dibînin.
Endamê Encumena bajarokê Fafînê Ibarhîm Dîb derbarê êrîşên Tirkiyê de got: “Aramanca dewleta Tirk ji van êrîşan ew e ku xelkên herêmê koçber bike û guhertina demografîk li herêmê pêk bîne”.

Ji aliyê xew ve hevserokê Encumena Bajarokê Fafînê Mihemed Mamo tekez kir ku xelkên herêmê li ser fikra biratiya gelan dimeşin

Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj êrîşan li dijî herêmê zêdetir dike.
Herî dawî li navçeya Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî û di encamê 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 din jî birîndar bûn.