Kanala ROJAVA TV

SALA PERWERDEYÊ LI KANTONA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ BI DAWÎ BÛ

Sala xwendinê 2022- 2023 li kantona Efrîn û Şehbayê bi dawî bû.
derbarê de Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehba, Fadil Çawîş ji Rojava Tv re diyar kir ku tevî derfetên kêm, wan sala xwendinê bi awayekî baş û serkeftî derbas kirin.

Sala xwendin û perwerdeyê ya 2022 – 2023’an li kantona Efrîn û Şehbayê bi dawî bû.

Derbarê vê yekê de, Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê, Fadil Çawîş ji Rojava Tv re axivî.

Fadil diyar kir ku tevî derfetên kêm, wan sala xwendinê bi awayekî baş û serkeftî derbas kirin.

Her wiha Fadil Çawîş di nava axaftinê xwe de behsa hejmara pileyên xwendekaran dike û dibêje ku rêjeya xwendekarên serkeftî gihişt 95%.

tevî Dorpêça hikumeta Şamê ku ev zêdeyî 2 salan li ser herêma Şehbayê hatiya ferzkirin. Her wiha êrîşên rojane yên dewleta Tirk a dagirker, lê desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrîn û Şehbayê bi her awayî hewl dide ku proseya xwendinê berdewam be.