Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL JI BO VEGERANDINA ALÎKARIYA KOÇBERAN KAR DIKE

Rêxistinên Civaka Sivîl li bajarê Reqa bi armanca vegerandina alîkariya rêxistinên mirovî ji bo koçberan kar dikin.
Demek dirêje, Rêxistinên Mirovî yên ji derveyî herêmê alîkariyên xwe li ser kampên koçberan qutkirine.
Êş û azarên koçberên di kampan de zêdetir bûye, Rêveberiya xweser û saziyên wê jî li gorî derfetên heyî alîkariya koçberan dike.
Girêdayî mijarê, Hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqa Rodîn Mustefa ji Rojava Tv axivî û bang li Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku di zûtirîn dem de alîkariyan pêşkêşî kampan bikin.