ÊLA BENÎ SEBEA DEST BI PÊNGAVEKE ALÎKARIYÊ JI BO XELKÊN HESEKÊ KIR
Pêngav û destpêşxeriyên ji bo piştgiriya xelkên bajarê Hesekê û gihandina Sarîcên avê jib o wan dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de ciwanên Êla Benî Sebee pêngavek ji bo gihandina avê ji bajarê Hesekê re dest pê kirin.
Îroj sibehê Ciwanên Êla Benî Sebee zêdetirî 80 sarîcên avê ji kantona Qamişlo ber bi bajarê Hesekê ve birin û li nêzî parka 4’ê Nîsanê danîn.
Sarîcên avê li wê deverê hatin danîn û dest bi belavkirinê li gorî lîsteyên ji aliyên Encumen û Komînan bi hevkariya bi desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê re hat kirin.
Ev pêngav ya 5’an e ku dighêje bajarê Hesekê.
Tê payîn dê pêngavên bi vî rengî heta dawiya havînê dewam bikin.