Kanala ROJAVA TV

LI HERÊMÊ ÇANDA XWETÊRKIRINÊ BELAV DIBE

Cotkarên bajarê Kobanê bi riya çandina îsotan gelek sûdê didin derdora xwe.
Cotkar dibêjin ku ew qûtê mala xwe ji zeviyên xwe derdixin, her wiha miqdareke baş ji bo firotinê didin bazarên herêmê jî.
Bi çandina sebzeyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, çanda xwetêrkirinê li herêmê bi pêş dikeve, her wiha buhayên sebzeyan li nava bazaran dadkeve.
Çandina sebzeyên havînî yek ji mewsimên herî girîng li cem cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.
Rojava Tv hevdîtin bi cotkarên bajarê Kobanê re kir. cotkaran behsa mewaimê xwe yê îsotan kirin û gotin ku ew û tevahî herêm gelek sûdê ji berhemên erdên xwe digirin.
Her wiha cotkaran gotin ku ew baldariyeke mezin didin erdên xwe yên bi îsotan çandî ne.
Rêveberiya Xweser bi riya Buro û desteyên Çandiniyê piştgiriya cotkaran dike.
Desteya Çandiniyê piştgiriya projeyên çandiniyê bi riya rêxistinên xwecihî dike, ew jî bi riya pêşkşkirina toreyên avdanê, semad, bizir û malên Pilastîkî.