JI BO TÊKBIRINA DIYARDEYA HIŞBERÊ; LI MINBICÊ SEMÎNEREK HAT LI DAR XISTIN
Bi armanca tunekirina diyardeya madeyên Hişberê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Encumena Malbatên Şehîdan li Minbicê semînerek li dar xistin.
Di bin duruşmeya ” Bihevre Li Dijî madeyên Hişbirê” Encumena Malbatên Şehîdan semînerek li dar xistin.
Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê û bi amadebûna dayik û zarokên şehîdan, hate li dar xistin.
Di semînerê de, Dr. Îsa El-Hemadî gotar li ser xeteriyên Hişberê li ser ciwan û civakê pêşkêş kir û got: Zirara madeyên hişber bi berfirehî di nav civakê de belav bûye ku bandorê li civak û tendirustiya civakê dike.
Her wiha diyar kir ku ew ê bi riya van semîneran, ciwanên xwe ji vê diyardeya xeternak biparêzin.