Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA REQAYÊ DEST BI PÊNGAVA ÇAVDÊRIYA XWARINGEH Û DIKANAN KIR

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê dest bi pêngaveke çavdêriya dikanên xwarinê û xwaringehan kir.

Endamên Nivîsgeha Tenduristiyê û Nivîsgeha Zimhêrê û Zabîteyê yên Şaredariya Gel a Reqayê ji sûka bajar dest bi pêngavê kirin.

Di roja yekemîn de miqdareke madeyên xwarin û vexwarinên yên demborî hatin desteserkirin. Her wiha hejmareke xwaringehên ku gilî li ser wan hebûn hatin şopandin.

li gorî Serokê gerîndeya Tendrustiyê yê Şaedariya gel a Reqayê Mihemed Şeban, gerê wan sektora xwaringehan girt nav xwe her wiha mûxalefe ji bo çend xweringehan hat pêşkêşkirin.

Pêngava çavdêriya li tevahî xwaringeh û dikanên madeyên xwarinê berdewam dike.