PDK DI ÊRÎŞÊN LI DIJÎ BAŞÛR DE HEVKARIYA DEWLETA TIRK DIKE
Dewleta Tirk a dagirker bi erêkirin û hevkariya PDK bi serbestî derbasî nava axa Başûrê kurdistanê dibe û êrîşî Gerîlayan dike. Malbatên Şehîdan ên bajarê Qamişlo jî vê hevkariyê bi tundî şermezar dikin
Dewleta Tirk a dagirker bi erêkirin û hevkariya PDK bi serbestî derbasî nava axa Başûr dibe û bi bikaranîna her cur çek êrîşên xwe li dijî Gerîlayan li Herêmên Parastina Medeyayê pêktîne.
Di derbarê mijarê de Malbatên Şehîdan ên bajarê Qamişlo ji RojavaTV re axivîn û bi tundî hevkariya PDK bi dewleta Tirk re şermezar kirin û tekezkirin ku PDK bi van kiryarên xwe xiyantê bi gelê Kurd re dike
Hisên Ebdulrehman got: êrîşên dewleta Tirk a dagirker vîna gelê Kurd naşkîne
Her wiha Osman Murad jî bang li Kurdên Başûrê Kuristanê kir ku li beramberî hevkariya PDK a bi dewleta Tirk re helwesteke niştîmanî nîşan bidin da ku êrîşên li dijî Gerîlayan werin rawestandin
PDK 28’ê Tebaxa sala 2021’an kemîneke bêbext ji komeke Gerîlayan re li Xelîfana Başûrê Kuristanê veda di dema ku 7 Gerîla ji Qendîlê diçûn Behdînanê ji aliyê PDK ve hatin gulbarankirin
di encamê de 6 gerîla ji wan şehîd bûn
lê heta niha jî PDK heman kiryaran li dijî gerîla bikar tîne