Kanala ROJAVA TV

MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊN REQA BANGA FERZKIRINA QEDEXEYA HEWAYÎ LI SER HERÊMÊ DIKE

Encumena Malbatên şehîdan ya Reqa êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li dewletên navnetewî kirin ku Qedexeya hewayî li ser herêmê ferz bikin.

Ji destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heya roja me ya îro, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyî bê navber dewam dikin û bû sedema ku bi hezara kes jiyana xwe ji dest bidin.

Encumena Malbatên Şehîdan a bajarê Reqa derbarê vê yekê de ji Rojava TV re axivîn.

Rêvebera encumena Jinan A Malbatên Şehîdan Cahîde Mustefa diyar kir ku Qedexeya hewayî rêya herî baş a pêşîlêgirtina êrîşên dewleta Tirk e.

Her wiha Hevserokê Encumena Malbatên Şehîdan Ehmed El – Hemûd bang li rêxistinên mirovî û dewletên navnetewî kir ku qedexeya hewayî li ser herêmê ferz bike.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên bê mirov û biçek, sivîl, rêveber û fermandarên bakur û rojhilatê Sûriyê dike hedef.

Herî dawî jî, di 3’ê Tebaxê de dewleta Tirk erebeyek li Hermê Şêxo yê Qamişlo hedef girt ku di encam de 4 fermandar û şervanên QSD’ê şehîd bûn.